Nêçîrvan Barzanî sersaxî li malbatên qurbaniyên teqîna Bartinê kir

15-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  sersaxî li malbatên qurbaniyên teqîna parêzgeha Bartinê ya Tirkiyê kir.

Li navçeya Amasra ya parêzgeha Bartin a Tirkiyê roja Înê 14ê Cotmeha 2022an derdora demjimêr 18:15an di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat û di encamê de 41 kesan canê xwe ji dest dan.

Ji ber teqîna kana madenê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî li malbatên qurbaniyên wê teqînê kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: “Bîr û diayên min ligel qurbaniyên teqîna kana komirê ya li Tirkiyê ye, ez sersaxî li malbatên qurbaniyan dikim. Hêviya başbûna bilez jî ji bo karkerên birîndar dixwazim.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst