“Derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam ji bo herêma Efrînê bi rêkeftina ligel Tirkiyê ye”

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tehrîr el-Şam bajarê Efrînê bi temamî kontrol kiriye û rêbendên xwe li nav bajêr û rêyên wê bicî kirine. Tora Medyayî ya Rûdawê dîmenên taybet ên çekdarên desteyê ji nav Efrînê bi dest xistine. Lêkolerê Stratejîk Hisên Omer diyar kir ku derbasbûna Desteya Tehrîr ji bo herêma Efrînê bi rêkeftin ligel Tirkiyê ye.

Ji bajarê Idlibê, Şarezayê grûpên çekdar li bakurê Sûriyê Hûmam Îsa ji Rûdawê re da zanîn ku hikûmeta Inqaz a Desteyê dê Efrînê birêve bibe.

Ji aliyê xwe ve Lêkolerê Stratejîk Hisên Omer, ji Rûdawê re got derbasbûna Desteya Tehrîr ji bo herêma Efrînê bi rêkeftin ligel Tirkiyê ye.

Dîmenên çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam, li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ne, dîmen roja înê taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine kişandin û şandin. Karwanekî mezin ên çekdarê Desteya navborî ku bi sedan çekdar li xwe digire, ji nav Efrînê ber bi eniya şer li rojhilatê bajêr diçin.

Aliyên nêzîkî Rêveberiya Xweser a bakurê û Rojhilatê Sûriyê vê derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo nav Efrînê wekî pilaneke Tirkiyê dihejmêrin.

Hisên Omer nivîskar û lêkolêrê Stratejîk, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Derbasbûna Desteyê bo nav Efrînê bi rêkeftin li gel Tirkiyê ye.

Lêkoler Hisên Omer anî ziman, “Ez bawer dikim ev tifaq bi Rûsyayê re hatiye kirin, ji bo ku piştî Rûsyayê bikaribe wan wek terorîst binasîne û êrîş bike û ji xwe ew di lîsteya terorê de ne. Dibe ku bi tifaqeke Cebhet Nusre dest dayîne ser wan herêman, paşê Rûsya êrîş bike. Tifaqê bi Tirkan re bike û ew jî êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Wek ku xuya dike amadehiyên Amerîkayê ji vê re hene. Amerîka wê vê carê zû bi zû rê nede Tirkan ku êrîşeke berfireh bibe ser Rojavayê Kurdistanê.”

Omer her wiha amaje bi roleke Rûsyayê jî di vê pêngavê de kir.

Lêkoler Hisên Omer got, “Gava ku Cebhet Nusre hat ez bawer dikim tifaq bi Tirkan re heye. Ji ber ku Erdogan berî hilbijartinên 2023an dixwaze ji van çeteyên ne bi hev ve girêdayî yan jî yên ku tevliheviyê dikin û serî wan diêşînin nehêle.”

Ev dîmen jî ji nav bajarê Efrînê di duem roja deshilata Desteya Tehrîr in, şeva înê li ser şeniyê hatine kişandin û taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin.

Aliyên nêzîkî Desteya Tehrîr el-Şam didan zanîn ku rêveberiya herêma Efrînê bi temamî dê bikeve Destê hikûmeta Inqaz a Desteya navborî.

Şarezayê grûpên çekdar li bakurê Sûriyê Hûmam Îsa, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku Desteya Tehrîr ji hikûmeta xwe xwestiye rêveberiya Efrînê bike.

Şarezayê grûpên çekdar Hûmam Îsa got, “Danûstandin di navbera hikûmeta Inqaz û Dcesteya Tehrîr el-Şam de çêbûn da ku rêveberiya bajarê Ehrînê û gundewarên wê bi temamî radestî hikûmeta Inqaz bê kirin ku Idlibê birêve dibe,  daku projeya serkeftî ya Idlibê li Efrînê jî cîbicî bike da ku ewlehî û aramiya bajêr biparêze û saziyên hikûmî li Efrînê birêve bibe.”

Îsa aşkere jî kir ku serkirdayetiya Tehrîr el-Şam li gel Rûsipiyên Efrînê civiyaye û rewşa nû ligel wan gotûbêj kiriye.

Şarezayê grûpên çekdar Hûmam Îsa anî ziman, “Serkirdayetiya Desteya Tehrîr el-Şam ligel şandeke rûspiyên Efrînê civiyaye û çend pêşniyar bi wan re behs kirine, ji wan birêvebirina herêmê û parastina ewlehiya herêmê û hevkarî di navbera wan û serkirdayetiya Desteyê de da ku ti binpêkirin li dijî sivîlan û nişteciyên resen ên Efrînê û koçberan neyên kirin.”

Roja Pêncşemê, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam ku bi biryara Encûmena Asayişa Navdewletî di lîsteya terorê de ye li gel çekdarên Hemzat û Emşat derbasî nav bajarê Efrînê bûn û gûpên çekdar ên Feyleqa Sêyem ji nav bajêr berû Kefer Cenê li rojhilat çûn. Piştî 2 rojan ji şer herdu alî gihiştine rêkeftineke seretayî, lê alozî berdewam in.