Bi nexşê hêz û grûpên çekdar li Efrînê çawa belav bûne?

15-10-2022
RÛDAW
Di vê raportê de bi nexşe tê diyarkirin ku hêz û grûpên çekdar li Efrînê çawa belav bûne û kî piştevaniya kîjan grûpê dike.
Di vê raportê de bi nexşe tê diyarkirin ku hêz û grûpên çekdar li Efrînê çawa belav bûne û kî piştevaniya kîjan grûpê dike.
Nîşan Efrîn Desteya Tehrîr el-Şam Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Pêncşemê, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam ku bi biryara Encûmena Asayişa Navdewletî di lîsteya terorê de ye li gel çekdarên Hemzat û Emşat derbasî nav bajarê Efrînê bûn û grûpên çekdar ên Feyleqa Sêyem ji nav bajêr ber bi Kefer Cenê li rojhilat çûn. Piştî 2 rojan ji şer herdu alî gihiştine rêkeftineke seretayî, lê alozî berdewam in.

Di vê raportê de bi nexşe tê diyarkirin ku hêz û grûpên çekdar li Efrînê çawa belav bûne û kî piştevaniya kîjan grûpê dike.

Heyet Tehrîr El Şam ango bi navê xwe yê ewil Cebhet Nusre bû, niha bi grûpên Hemze û Emşat re hevpeyman e, Cebhet El Nusre, navenda wê ya sereke li Idlibê ye, li ev 3-4 rojin berê xwe daye Efrînê, nahiya Cindirês, Mabata, Navenda bajarê Efrînê kontrol kirine, hewl dide xwe bighîne Kefir Cenê û Ezazê lê li gor şîrovekar û çavdêran, armanca wê ya sereke kontrolkirina deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re ye.

Cebhet El Nusre şerê kê dike? Şerê Feyleqa Sêyem dike. Feyleqa Sêyem jî ji Cebhe Şamiye û Ceyş el-Islam pêk tê. Ev grûp li navçeyên Kefir Cenê, Qitmê, Sînke, Dîgmetaş, Mêremîn, Ezaz û Mertala Feratê belav bûne û kontrol dikin. Şer li ser deriyên sînorî ye.

Heyet Sairûn jî heye, ew li nahiya Şera ye û grûpa Melek Şa di nava wê de grûpa herî mezin e, li Şera dimînin.

Ew dibêjin, ti peywendiya wan bi vî şerî re tune ye û piştevaniya ti aliyekî nakin, lê ew bi xwe beşek in ji Artêşa Niştîmanî ku Ceyş el-Islam, Cebhe Şamiye beşek in ji wê Artêşê. Artêşa Niştimanî jî hêza fermî ya Itîlafê û opozîsyona Sûriyê, lê ne Itîlaf ne jî tu aliyekî opozîsyona nikarin gotina xwe li ser wan çekdaran bimeşînin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê  ji 18ê Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Opozisyona Sûriyê ve hatibû dagîrkirin. Desteya Tehrîr el-Şam roja 12ê Cotmehê derbasî nahiya Cindirêsê bû û piştî rojekê 13ê Cotmehê karibû navenda bajarê Efrînê kontrol bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst