Îdîanameya doza malbata Şenyaşar hat amadekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna çar sal û çar mehan îdîanameya derbarê dosyeya nexweşxanê ya malbata Şenyaşar de ku 3 endamên wê hatibûn kuştin, hat amadekirin û Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bo 19 kesan biryara ne şopandinê da.
Doza malbata Şenyaşar wek du bûyerên cûda, bûyera li dikanê û bûyera li nexweşxaneyê ji hev hatibûn cudakirin. Doza derbarê bûyera dikanê de ku kurê malbata Şenyaşar û birayê Parlamenterê AKPê Halîl Îbrahîm Yildiz, Mehmetşah Yildiz hatibûn kuştin, bi hinceta ewlekariyê bo Meletiyê hatibû veguhestin. Di doza bûyera nexweşxanê de jî ku Mehmet Şenyaşar birîndar bûbû di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de 34 kes tespît kiribûn lê Serdozgeriyê 14ê Cotmeha 2022ê derbarê 19 kesan de biryar da ku neyên şopandin.
Li gor îddîayan di encama lêkolîna li nexweşxaneyê de; li ser tupê oksijenê yê ku di kuştina hevjînê Emine Şenyaşar de hatiye bikaranîn de şopên DNA ya 19 kesan nehatiye dîtin û di kamerayên nexweşxaneyê de jî ev kes xûya nakin.
Piştî amadekirina Îdîanameya bûyerê bêyî ku parêzerên malbatê bên agahdarkirin 14ê Cotmeha 2022ê di ajansa fermî ya Tirkiyê de wek nûçe hatiye belavkirin û tê gotin: “Îdîanameya derbarê 19 bersûcan de ku 2 ji wan girtî ne li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran hat qebûlkirin. Herwiha derbarê bersûcekî de jî ji ber sûcên “Bi qestî alîkariya kuştinê kirin û bi qestî hewldana kuştinê” li 7emîn Dadgeha Cezayên Giran doza giştî hatiye vekirin.”
Li navçeya Pirsûsê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û hîmayeyên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjîna wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 586 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne.