Firokeyên Tirkiyê Qendîl û Pişder bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên cengî yên Tirkiyê îro çend deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Firokeyên Tirkiyê îro quntara Çiyayê Qendîlê û navçeyên çiyayî yên li qezaya Çomanê li parêzgeha Hewlêrê û qezaya Pişderê li parêzgeha Silêmaniyê bommbebaran kirin.

Li gor agahiyan, navçeyên çiyayî yên Bêrimke, Qelatokan, Sawên û Sûredê li Pişderê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Şaxewan Wertî, Rêveberê Nahiyeya Qesrê ji Rûdawê re ragihand, “îro di demjimêr 10:40 de droneke Tirkiyê çiyayên Tengî Mawnan li quntara Çiyayê Qendîlê bombebaran kir, lê ti zirara bombebaranê nebûye.”

Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, gelek caran navçeyên çiyayî û sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Di wan demên dawî de, bombebaranên Tirkiyê bo ser navçeyên li parêzgeha Silêmaniyê zêde bûne.

Medyaya PKKê jî derbarê bombebaranên îro de belav kiriye, “li gorî dema herêmê saet di 10:30'î de gelek balafiran bombe li gundên herêmên Qendîl, Pişder û Asosê barandin. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku gundên Xezne û Koye û Geliyê Balayan, çiyayê Bêrimke, çiyayê Ehmede yê li pêşberî Zînî Wertê, gundê Sêweysê yê li herêma Pişderê û Serkepkanê hatine bombebarankirin.”

Li aliyekî din, Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro ragihand, di nava du rojan de, 13 endamên PKKê di encama êrişên wan de jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê diyar kiriye, ew endamên PKKê di encama bombebarana bo ser navçeyên Metîna, Avaşîn û Basiyanê hatine kuştin.