Li 16 parêzgehên Tirkiyê operasyona dijî DHKP-C destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li 16 parêzgehan bo desteserkirina 126 kesên ku tê îdîakirin alîkariya rêxistina Eniya-Partiya Rizgariya Gelê Şoreşger (DHKP-C) kirine û bo çalakiyan di nav amedekariyê de ne dest bi operasyoneke berfireh kirin. Navenda operasyonê jî bajarê Stenbolê ye.

Di çarçoveya lêpirsîna Ofîsa Tawanên Terorî û Rêxistinkirî ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê 126 kesan de bi îdîaya alîkariya rêxistinê kirine, perwerdeya çekdarî dîtine û di nav amadekariya çalakiyan de ne biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Hêzên ser bi Rêveberiya Emnî û Fermandariya Cendirmeyan yê Stenbolê  îro 15ê Cotmeha 2021ê serê sibehê navend Stenbol li 16 parêzgehan bo girtina 126 kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê heye dest bi operasyoneke hevdem kirin.

Li gor agahiyan ji 126 kesan 54 kes  hatine desteserkirin û bi armanca kesên din jî bên desteserkirin operasyon berdewam in.

Rêxistina DHKP-C di sala 1978an de bi navê Çepa Şoreşger (Dev Sol) hatiye damezrandin û piştre ji ber ne lihevkirina fikrî  di sala 1994an de navê DHKP-C wergirt. Xwedî îdeolojiyeke Marksîst û Lenînîst e û li Tirkiye weke rêxistineke terorê hatiye ragihandin.