Firokeyên Tirkiyê devera Biradost bombebaran dikin

15-10-2020
RÛDAW
Îro Pêncşemê 15ê Cotmeha 2020an, firokeyên Tirkiyê çend cih li devera Biradost bombebaran kirin.
Îro Pêncşemê 15ê Cotmeha 2020an, firokeyên Tirkiyê çend cih li devera Biradost bombebaran kirin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Tirkiyê çend cihên ser bi bajarokê Sîdekanê ve li devera Biradost bombebaran dikin.

Peyamnêrê Rûdawê li qezaya Soranê ragihand, bombebarana hin navçeyên sînorî yên ser bi bajarokê Sîdekanê ve ji demjimêr 11:10 ve destpê kiriye û heta niha bilindahiyên derdora gundên Bêrkim, Kêleşîn û Berde Soran hatine bombebarankirin.

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, piştî ku ew demek bû aramî vegeriyabû herêmê û bombebaranên Tirkiyê hatibûn rawestandin, îro careke din firokeyên wî welatî li esmanê deverê hatin dîtin û gundên Sinîn, Bêrkme, Kêleşîn û Berde Soran hatin bombebarankirin.

Îhsan Çelebî herwiha diyar kir, “ew dema 15 salan e ku Sinîn û Bêrkme ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve têne bombebarankirin, lê belê ew yekemîn car e ku Kêleşîn û Berde Soran ku dikeve ser sînorê navbera qezaya Şino ya Rojhilatê Kurdistanê û bajarokê Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Tirkiyê ve tên bombebarankirin.”

Peyamnêrê Rûdawê li Soranê, Bextiyar Qadir derbarê bombebarana îro ya devera Biradost de ragihand, bilindahiyên li Bêrkme, Berde Soran û Kêleşîn, îro sê caran ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Derbarê ziraran de jî, peyamnêrê Rûdawê got, ew cihên bûne armanca êrîşan, kes li wan deran najî û ti zirarên canî negihîştiye welatiyên deverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst