Hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Bakurê Kurdistanê, hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrgê, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin.
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îro Sêşemê serê sibê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi ser avahiya Şaredariya Nisêbînê de girtin û herdu hevserokên Şaredariya Nisêbînê, Semîre Nêrgiz û Ferhat Kut tevî endamê Encûmena Şaredariya Nisêbînê, Mehmet Emîn Alkan desteser kirin.
Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê jî, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di du operasyonêmn cuda de hevserokên herdu şaredariyên Colrmêrg û Geverê desteser kirin.
Hêzên Tirkiyê îro serê sibê bi ser mala Hevserokê Şaredariya Colemêrgê, Cîhan Karaman de girtin û ew desteser kirin.
Li Geverê jî, hêzên Tirkiyê hevserokê şaredariya vî bajarî Îrfan Sarî desteser kirin.
Li gor agahiyan, li navçeya Erdîş a Wanê jî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê operasyonek pêk anîn û Hevseroka Şaredariya Erdîşê, Yildiz Çetîn û 3 kesên din desteser kirin.
Sedema girtina hevşaredarên Colemêrg û Geverê heta niha nehatiye zanîn.
Lê belê hatiye ragihandin ku kesên din bi tohmeta propagandaya bo terorê li ser torên civakî û dijatîkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê hatine desteserkirin.