Hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin

15-10-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Colemêrg Nisêbîn Gever Edîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Bakurê Kurdistanê, hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrgê, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îro Sêşemê serê sibê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi ser avahiya Şaredariya Nisêbînê de girtin û herdu hevserokên Şaredariya Nisêbînê, Semîre Nêrgiz û Ferhat Kut tevî endamê Encûmena Şaredariya Nisêbînê, Mehmet Emîn Alkan desteser kirin.

Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê jî, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di du operasyonêmn cuda de hevserokên herdu şaredariyên Colrmêrg û Geverê desteser kirin.

Hêzên Tirkiyê îro serê sibê bi ser mala Hevserokê Şaredariya Colemêrgê, Cîhan Karaman de girtin û ew desteser kirin.

Li Geverê jî, hêzên Tirkiyê hevserokê şaredariya vî bajarî Îrfan Sarî desteser kirin.

Li gor agahiyan, li navçeya Erdîş a Wanê jî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê operasyonek pêk anîn û Hevseroka Şaredariya Erdîşê, Yildiz Çetîn û 3 kesên din desteser kirin.

Sedema girtina hevşaredarên Colemêrg û Geverê heta niha nehatiye zanîn.

Lê belê hatiye ragihandin ku kesên din bi tohmeta propagandaya bo terorê li ser torên civakî û dijatîkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst