Hewas Egîd: Me ti caran danûstandinên ligel TEV-DEMê red nekirine

15-10-2018
RÛDAW
Serkirdeyê ENKSê Hewas Egîd bersiva Kemal Akîf da
Serkirdeyê ENKSê Hewas Egîd bersiva Kemal Akîf da
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê bersiva da daxuyaniya Berdevkê Navenda Peywendiyên Dîplomatîk a TEV-DEMê Kemal Akif, ku gotiye divê ENKS ji îtîlafê vekişe.

 

Berdevkê Navenda Peywendiyên Dîplomatîk a TEV-DEMê Kemal Akîf dibêje li gor yasyayên heyî di çarçoveya berfirekirina rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê de, ENKSê jî dikare tevlî rêveberiya nû bibe.


Serkirdeyê ENKSê Hewas Egîd bersiva Kemal Akîf da û diyar kir ku li gorî agahiyên hinek endamên îtîlafê niha TEV-DEM dixwaze biçe nava şanda danustandinkara Îtîlafê, ev di demekê de TEV-DEM ji ENKSê re dibêje ji îtîlafê ku şanda danustandinkar beşeke ji îtîlafê û hemû endamên îtîlafê ne, vekişe.


Hewas Egîd anî ziman ku ew nizanin çawa çêdibe cihekî ku ENKSê têde ye û TEV-DEM dixweze biçe wî cihî û ji ENKSê re jî dibêjin xwe jê vekişînin.


Egîd got jî wan ti caran danûstandin li gel ti alieykî ji wan jî TEV-DEMî red nekiriye û heta niha du rêkeftin jî li gel wan îmze kirine.


Bi beşdariya nûnerên ENKSê li paytexta Sûdiyê civîna Desteya Danûstandkara Opozisyona Sûriyê destpê kir û têde rêkeftina Idlib û avakirina komîteya destûrî hatin gotubêjkirin.


Endamê Desteya Denûstandkara Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd ji Rûdawê re ragihand, helwestên navdewletî beramberî çareseriya siyasî û danîna destûreke nû ji bo Sûriyê hatin gotûbêj kirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst