Şanda Çaksazî û Avedankirinê li gel YNKê civiya

Silêmanî (Rûdaw) – Şanda Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê îro li bajarê Silêmaniyê serdana baregeha Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û li gel berpirsên wê partiyê civiya.

 

Şandeke payebilind a Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê bi serokatiya Emar Hekîm li Herêma Kurdistanê ye. Wê şandê piştî ku li Hewlêrê bi serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn, îro serdana bajarê Silêmaniyê kir û weke hevdîtina yekem a li vî bajarî jî serdana Polîtboruya YNKê kir û herdu alî bi hev re civiyan.


 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Erlan Elî ragihand, şanda aliyên iraqî bi serokatiya Emar Hekîm gihîşte baregeha Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ya li Silêmaniyê û piştî xwarina nîvro dê dest bi civînê bikin û wan mijaran gotûbêj bikin, ku di acenaya serdana şanda bilind a aliyên Şîe û Sunne de heye.

 

Duh roja Yekşembiyê 14ê Cotmeha 2018 şandeke pilebilid a aliyên Şîe û Sunne yên Iraqê di çarçoveya Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê de bi serokatiya Emar Hekîm gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.


 

Li Hewlêrê wê şanda pilebilind sê civîn encam dan. Di destpêkê de ew şanda iraqî li Pîrmamê li gel Serok Mesûd Barzanî civiya û piştre serdana Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê kir û ji aliyê Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî ve hat pêşwazîkirin, herwiha piştre li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî civiyan.