Çekdarên Sultan Murad bi ser malên xelkê Efrînê de digirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Sultan Murad bi ser malên xelkê Efrînê de digirin û pişkinînê li nav malan dikin.

 

Li gor çalakvanên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Sultan Murad bi ser çend malên taxa Mehmûdiyê ya Efrînê de girtine û pişkinîn li nav wan malan kirine.


Çalakvanên herêma Efrînê didin zanîn ku çekdar malên vala li nav bajarê Efrînê destnîşan dikin û tiştên di nav malan de jî dijmêrin.


Çalakvanên herêma Efrînê dibêjin ku ev kiryar ji bo wê yekê ne ku grûpên çekdar hewl bidin destê xwe deynin ser malên vala û kelûpelên nav malan jî talan bikin.