Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Sultan Murad bi ser malên xelkê Efrînê de digirin û pişkinînê li nav malan dikin.
Li gor çalakvanên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Sultan Murad bi ser çend malên taxa Mehmûdiyê ya Efrînê de girtine û pişkinîn li nav wan malan kirine.
Çalakvanên herêma Efrînê didin zanîn ku çekdar malên vala li nav bajarê Efrînê destnîşan dikin û tiştên di nav malan de jî dijmêrin.
Çalakvanên herêma Efrînê dibêjin ku ev kiryar ji bo wê yekê ne ku grûpên çekdar hewl bidin destê xwe deynin ser malên vala û kelûpelên nav malan jî talan bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse