Kerîm: Dijmin nikare bi hêsanî were nav Kerkûkê
Kerkûk (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di nav ciwanên xwebexş ên Kerkûkê de li ser gefên artêş û hêzên çekdar ên Iraqê ragihand, ku ew guh nadin gefan û gelê Kurdistanê li pişt wan e.
Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ji bo êrîşa ser Kerkûkê 48 demjimêr dem diyar kiribûn. Şeva din ev dem bi dawî bû. Di heman demê de bi sedan ciwanên xwebexş ên Kerkûkê, bi çekên xwe rijyane kolanan û piştgiriya xwe ya ji bo pêşmerge nîşandan.
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm serdana wan ciwanan kir û ragihand: “Gencên Kerkûkê dilsoziya xwe ya ji bob ajar, xak û welatê xwe nîşanda. Ew dizanin, ku ev bajar bi xwîna şehîdan, gora enfalkiriyan û kesên tirba wan jî nediyar hatiye bidestxistin. Bila dijmin jî bi hest pê neke, ku dê hêsanê bikare were nav Kerkûkê.”
Necmedîn Kerîm da xuyakirin, ku ew nahêlin Kerkûk bikeve destê ti hêzeked in û got: “Em nahêlin Kerkûk weke daxwaza we be, herwiha emê Xurmatû jî bikin weke Kerkûkê.”
Li ser temambûna dema ku hêzên iraqî diyarkiribûn Kerîm diyar kir: “Em guh nadin wan tiştan çimkî gelê me li pişta me ye. Gelê me ew hinde zehmet û nexweşî dît. Ew hinde şehîd da. Bila dijmin bizane ku êdî nikare bi hêsanî were vî bajêrî, were Kurdistanê û dest bajêve welatê me.”