VIDEO – Hêzên Dije Teror gihiştin eniya şer!

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzekî Dije Teror ê Iraqê bi çekên giran gihiştine eniya Xazirê ku di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.

 

Hêzekî Dije Teror ê Iraqê bi çekên giran gihiştine eniya Xazirê ya rojhilatê Mûsilê. Dîmenên gihiştina vî hêzî jî gihiştine Rûdawê.

 

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Iraqê, bi hezaran leşkerên Iraqê dê beşdarî şerê Mûsilê bibin. Tê gotin, armanc ew e ku beriya sala nû Mûsil ji destê DAIŞê bê rizgarkirin.

 

Hatina hêza Dije Teror di demekê de ye ku tê gotin dê ji 30 hezar leşker û herwiha Hêzên Pêşmerge jî beşdarî şer bibin.

 

Roja Înê (14-10-2016) Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin pêşengiya Amerîkayê de ragihandibû ku êrîşên esmanî yên ser Mûsilê zêdetir kirine. Hate gotin ku tenê di nava hefteyê de 50 caran baregahên DAIŞê yên li Mûsilê bombebaran kirine.