Di yekem roja Cejna Qurbanê de 9 kes bûn ‘qurban’

Kerkûk (Rûdaw) – Di encama teqîna bombekê de li mizgefteke bajarê Kerkûkê, herî kêm 9 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Îro (15.10.2013) danê sibê û di dema nimêja cejna Qurbanê de, li mizgefta Quds a bajarê Kerkûkê de teqînek rûda.

Di encama teqînê de herî kêm 9 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.