Gundekî Amedê bê av maye: ‘Ji me re çareyekê bibînin!’

Amed (Rûdaw) - Li gundê Zoxbirîmê ya navçeya Hezroyê ya Amedê 2 meh in av nîne.

Şêniyên gund wekî demên berê li ser pişta keran avê ji kaniyê dikişînin.

Kanî jî êdî wekî berê naherike û li ber miçiqînê ye.

Gundî dixwazin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di demeke kurt de dest bavêje gundê wan û pirsgirêka wan a avê çareser bike.

Sînemsa Tombak û jinên gund 50 roj in ji ber nebûna avê helaka wan çûye.

Ew ava ji bo ajelan ji bîran bi zincîran dikişînin û ava vexwarinê jî ji kaniya gund.

Mirov dema vê rewşê dibîne dibêje qey teknolojî qet nehatiye gundê Zoxbirîma Hezroyê.

Pirsgirêkên di xeta avê de wisa kiriye ku jin û zarokên gund neçar bimînin rojê 3 danan ji kaniyê avê bikişînin.

Şêniya gundê Zoxbirîmê Sînemsa Tombakê li ser rewşa gund got:

“Nava havînê ye, wele per û potên me li erdê bûne, kûçik nayên ser me.

Em ji xwe re li hev de mane.”

“Em guneh û feqîr in”

Şêniya gundê Zoxbirîmê Qedriye Bilîçê jî anî ziman:

“Kes li gund napirse, gundê me bêxwedî ye. Em guneh û feqîr in.

100 mal gundê Zoxbirîmê ketiye dorê. Em guneh in, em ketine vê dereceyê.”

Zarokekî ji gundê Zoxbirîmê Çinar Dagli jî behsa halê gundiyan kir û got:

“Bila ava me were. Ez tenê vê dixwazim. Em ji avê mehrûm mane.”

Li gundê Zoxbirîmê 150 mal hene û nêzîkî hezar kesî li gund dijîn lê nebûna avê ew bêzar kirine.

Li gorî gundiyan beriya 50 rojan makîneya depokirina ava gund xira bûye.

Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tîmek ku ji beşa avê berpirsyar in hatine û makîne ji bo çêkirinê birine.

Paşê makîneyeke din anîne li xeta ava gund xistine lê hêza vê makîneyê têrî depokirina avê nekiriye.

Ji ber vê yekê jî gund bi temamî bê av maye.

Muxtarê berê yê Zoxbirîmê Salih Kaydaş li ser mijarê axivî:

“Şaredariya Bajarê Mezin bila were û tesbîta bîrê bike.

Bila acîlen bîrekê lêxe, em ji xwe re ji vê izdirabê xilas bibin.”

“Ji me re çareyekê bibînin”

Şêniyê gund Elî Îhsan Dagli bangî dewletê kir:

“Em ricayê ji dewletê, ji DÎSKÎyê, ji Şaredariya Bajarê Mezin dikin ku bila bên ji me re çareyekê bibînin.”

Şêniyên Zoxbirîmê ji Saziya Karûbarên Avê ku li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye dixwazin derfetên xwe ji bo anîna ava gund bi kar bînin.

Ew dibêjin, ji ber ku pêşiya wan zivistan e, li gund nebûna avê dê jiyana wan bixe nava zehmetiyeke mezintir.