Serok Barzanî ji bo rojbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji bo mewlûdê peyamek belav kir.

15ê Îlonê ango li gorî salnameya Hîcriyê 12ê Rebiî Yekem roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed e.

Serok Barzanî ji bo salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi helkefta bibîranîna mewlûdê û jidayikbûna Pêxemberê Mezin Hezretî Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bin) germtirîn pîrozbahiyê li hemû Misilmanên Kurdistan û Îraq û hemû cîhanê dikim.

Em ji Xwedayê mezin hêvîdar in ku di vê helkefta pîroz de dergehê dilovanî û bereketê ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên herêmê veke û xêr û aştî û bihevrejiyanê li seranserê cîhanê bigire.”