Qers: 3 dizên ku 14 çêlek dizîbûn hatin desteserkirin

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Dizî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarûşadê ya parêzgeha Qersê 3 dizên ajelan tevî 14 çêlekên ku dizîbûn hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan li gundê Kuzgunluyê yê girêdayî navçeya Zarûşadê ya Qersê ya Bakurê Kurdistanê 14 çêlekên welatiyê bi navê S.D hatin dizîn.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn gund û ji bo dîtina ajelan û desteserkirina dizan dest bi xebatan kir.

Di encama xebatan de hêzên ewlehiyê 3 kesên bi navên E.I, T.I, û G.K desteser kirin.

14 ser ajelên ku wan her sê kesan dizîbûn radestî xwediyê wan hatin kirin.

Hat ragihandin ku karûbarên yasayî yên li ser her sê kesên desteserkirî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst