Hesekê: Fermandarê grûpeke çekdar dest danî ser firneya bajêr

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Hesekê Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê fermandarê grûpa El-Dîfa El-Wetenî dest danî ser firneya mezin a bajêr.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, fermandarê grûpa El-Dîfa El-Wetenî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê Ebdulqadir Hemo dest danî ser firneya mezin a bajêr.

Sedema destdanînê jî ew bûye ku karmendên firneyê nan nedaye wî û endamên grûpa El-Dîfa El-Wetenî.

Li gor heman çavkaniyan, 3 roj in alozî di navbera fermandarê grûpa El-Dîfa El-Wetenî û hêzên hikûmetê yên li nav bajêr de derketiye.

Şeva pêncşemê dengê teqîneke mezin li çargoşeya ewlehiyê hatibû bihîstin.

Tebaxa borî, li bajarê Hesekê alozî di navbera Ebdulqadir Hemo û hoza Cibûran a Erebî de derketibû.

Sedema wê jî Ebdulqadir Hemo sivikatî bi şêxê hoza Cibûran Ebdilezîz Mislit kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst