Tirkiyeyê li Minbicê êrişî otomobîlekê kir: 3 şervanên YPJyê canê xwe ji dest da

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Minbic YPJ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê li Minbicê bi dronan êrişî otomobîlekê kir, di encamê de 3 şervanên YPJyê canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyeyê, li gundewarê başûrê Minbicê êrişî otomobîleke şervanên YPJyê kir ku 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) tê de bûn.

Di encamê de her sê şervanên jin jî canê xwe ji dest daye.

Êriş li navçeya Hetabatê ya gundewarê başûrê Minbicê çêbûye û otomobîla ku her sê şervan tê de bû teqiyaye.

Rêveberiya Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê jî diyar kir ku Tirkiyeyê bi dronan, êrişî otomobîla ku 3 şervanên YPJyê tê de bûn kiriye û her sêyan jî canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst