Profesorê Şirnexî li bajarê xwe weke rektorê zanîngehê hat tayînkirin

15-09-2022
Aydin Bayram @aydn_byram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 17 rektor ango serokên zanîngehan hatin guhertin. Ji bo Zanîngeha Şirnexê jî weke rektor Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş ku ew bixwe jî xelkê Şirnexê ye, hat damezrandin.

Li gor biryara ku di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, li 17 zanîngehan rektorên nû hatin tayînkirin.

Di rojnameyê de navên rektorên 17 zanîngehan eşkerekirin û yek ji wan jî Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş e, ku weke rektorê nû bo Zanîngeha Şirnexê hate tayînkirin.

Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş kî ye?

Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş 1ê Çileya 1977ê li bajarokê Gundikê Melî yê ser bi Şirnexê ve ji dayîk bûye û di sala 2001ê de ji Zanîngeha Marmarayê derçûye.

Alkiş ku li Amerîkayê û Enqerê li ser "Zanistên Îslamê yên Bingehîn" master kiriye, di salên 2009-2016an de li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê weke alîkarê doçent û di sala 2016-219an de li Fakulteya Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Fatîh Sultan weke doçent û di 2019-2021 de li Zanîngeha Dîcleyê li Fakulteya Îlahiyatê weke Profesor Doktor xebitî ye.

Alkiş ku li ser tesewîfê lêkolînan dike zimanên Kurdî, Tirkî, Farsî, Erebî û Îngilîzî dizane.

Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş gelek gotar nivîsandine û hejmareke pirtûkên ku nivîsandine ev in:

  • Jiyana Aynu’l-kudat-ı Hemedanî û berhem û fikrê wî
  • Bingeha Rastiyên Dînê Zûbdetû'l-Hakaîk
  • Fusu'l Hikem Ji Nûve Çapkirina Nivîsa Herî Kevin û Weşana Wê Pêgirî (Weşanxaneya Lîtera)
  • Di Dîwana Melayê Cizîrî de Mazmûnên Tesewîfî (Weşanxaneya Nûbihar)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst