Xwebexşekî ji Rojavayê Kurdistanê bi hawara kesên li deryayan asê mane ve diçe

15-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê Alan Walî ku li Almanya dimîne, li dinyayê digere û weke endamekî tîma hawarçûnê bi awayekî xwebexş kar dike, xelkê ku di deryayê de asê dimînin rizgar dike.

Alan Walî 6 sal in li Almanya wek mamosteyê akadîmî yê avjeniyê xelkê fêrî melevaniyê û rizgarkirina ji nav deryayê dike.

Walî niha li Hewlêrê ye, projeyek pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê kiriye.

Projeya Alan ew e ku bê beramber, Pêşmergeyên Kurdistanê fêrê melevaniyê û bike û tîmekî ji bo rizgarkirina xelkê ji ava rûbar û golên avê bike.  Wî ji bo vê yekê, projeya xwe pêşkêşî parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û berpirsên Herêma Kurdistanê kiriye.

Alan Walî  bû mêvana bultena taybet a bo Rojavayê Kurdistanê û behsa projeya xwe kir.

Walî got: “Min niha projeyek heye, ji ber wê yekê hatime Hewlêrê. Projeya min li ser rizgarkirina xelkê ye ji xeniqînê. Ez dixwazin pêşmergeyan fêrî melevaniyê bikin û tîmekî taybet bi rizgarkirina xelkê ji gol û rûbaran ava bikim.”

Bi gotina Walî tirsa avjeniyê dema ku ew koçber bû di dilê wî de mabû ji ber wê yekê jî dema ku xwe gihandiye Almanya xwe fêrî avjeniyê kir.

Wî Newroza îsal bi şêweyekî cuda pîroz kiribû. Di Newrozê de çûbû Giravên Kanarya û li Okyanusa Atlantîk, di 29 metreyan bin avê de Alaya Kurdistanê bilind kiribû, ew wêne bi ferehî di nava Kurdan de belav bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst