36mîn rûniştina doza Mûsa Anter îro li Enqerê tê kirin

15-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku 5 roj mane dema qanûnî bi ser doza kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter re biçe, îro 15ê Îlona 2022an 36mîn rûniştina wê dozê li Enqere tê kirin.

Roja 20ê Îlona 2022ê 30 salên dosyeya kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter ji aliyê JÎTEMê ve ku hêzek nihênî ya dewleta Tirkiyê di salên 90ê de bû, tije dibin û eger heye ji ber dembiserçûnê ew doz hilweşe.

36mîn rûniştina wê doza sereke ya JÎTEMê îro li 6mîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê tê kirin ku ew doz dosyeya kuştina Mûsa Anter jî li xwe digire.

Heta niha nayê zanîn ku dadgeh di rûniştina îro ya dozê de dê çi biryarê bide, lê metirsiya wê yekê heye ji ber ku 30 sal di ser bûyerê re derbas dibin, ew doz bê girtin.

Mûsa Anter roja 20 Îlona 1992 li Taxa Seyrantepe ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin, 30 sal in ew doz li dadgehên Tirkiyê tê dîtin, lê heta niha kujerên wî ji aliyê Tirkiyê ve nehatine eşkerekirin û cezakirin.

Sedema sereke ya ragirtina dozê jî ew e ku îfadeyên Abdulkadir Aygan nehatine wergirtin ku ji dosyeya kuştina Anter tê darizandin û bo dema çend sal in li Swêdê bi cîh bûye.

Parlamentera HDPê Fîlîz Keresetecîoglu roja Çarşembê 29ê Kanûna 2021an di pêşniyarpirsekê de ji Wezîrê Dadê yê wê demê yê Tirkiyê daxwaz kiribû ku bi zelalî bê eşkerekirin ka çima îfadeya Abdulkadir Aygan nehatiye wergirtin.

Abdulkadir Aygan di navbera salên 1975-1985an de endamê PKKê bû. Piştî cûdabûna ji PKKê di salên 90î de bû endamê hêza tarî û nehênî ya Tirkiyê, Hêzên Cenderme û Îstixbareta taybet JÎTEMê, lê piştre derbarê hinek kuştinên kiryar nediyar ên ji aliyê JÎTEMê ve li Bakurê Kurdistanê, hinek zanyarî eşkere kirin.

Mûsa Anter ku wek Apê Mûsa tê naskirin, di sala 1920an de li gundê Zivingê yê ser bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bûye û 20ê Îlona 1992an li Amedê hat kuştin.

Nivîskar û rojnamevanê Kurd Orhan Mîroglu ku di xula 25emîn de bûbû parlamenterê AKPê wê demê ligel Mûsa Anter bû û di bûyerê de birîndar bûbû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst