78 baro daxwaz kirin Serokê 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji kar bê durxistin

Hewlêr (Rûdaw) - 78 baro daxwaz kirin ku Serokê 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji ber ku Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên desteya rêvebiriyê bi darê zora polîsan ji salona dadgehê derxistibû, ji kar were dûrxistin.

Ji ber ku di dema rûniştina doza Ayşe Gokhan a HDP'yî de nîqaş derketibû û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û parêzer ji salona dadgehê bi zorê hatibûn derxistin, ji aliyê baroyan ve daxuyaniya hevpar hat belavkirin.

Di daxuyaniya hevpar a ku baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî di nav de, wiha hat gotin:

“Di 13ê Îlona 2021an de di salona rûniştinê ya 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de; li ser helwesta pêşdarazî û êrişkar a ji aliyê serokê dadgehê ve li hember parêzerên parastinê dema Serokê Baroya Amedê parêzer Nahît Eren û endamên desteya rêvebir çûn salona dadgehê û derbarê mijarê de nirxandin bikin, serokê dadgehê heman helwest li hember serok û rêvebirên baroyê berdewam kiriye.

Li ser talîmata ji aliyê serokê dadgehê bo polîsan ku Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren û parêzerên li salona dadgehê amade ne ji rûniştinê dûr bixin, ji aliyê paolîsan ve êrîşên fizîkî û heqaret li serokê baroyê, rêveberên baroyê û parêzeran hatiye kirin.

Em dixwazin careke dinbibîr bixin ku; Pîşeya parêzeriyê misogeriya mafê parastinê, mafê darizandinek dadmend û azadiya lêgerîna dadmendiyê ye. Rêxistina pîşeya parêzeran baro jî, pêbaweiya mafên mirovan, azadiyan û dewleta hiqûqê ye. Ji ber vê sedemê, di civakeke de cihê parastinê ango parêzer ne azad û bi bandor bin, azadiya ti kesî ne misgor kirî ye.

Divê bibiryariya me ya parastina dewleta hiqûqê, mafê darizandinek dadmend, parastinê, pîşeya me hevtayê me bê zanin. Em dixwazin ji raya giştî û kesên pêwendîdar re ragihînin ku divê Serokê 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û wezîfedarên zagonê yên di bûyerê de cih girtine tavilê ji wezîfeyê bên dûrxistin û lêpirsîna edlî û îdarî ya pêwîst li dijî wan bê destpêkirin.