Dadgehê rê neda Leyla Guven parastina xwe bi Kurdî bike

15-09-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdî Leyla Guven KCD Kongreya Civaka Demokratîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Xarpêtê destûr neda Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevseroka Şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen, parastina xwe bi Kurdî bikin.

Hevseroka KCDê Leyla Guven û Hevseroka HDP a Amedê Hulya Alokmen ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan girtî ne, ji ber govend gerandin û stranên Kurdî cezayê ragihandin û hevdîtinê li wan hatibû birîn.

Guven û Alokmen li dijî cezayê serî li Dadgeha Înfazê ya Xarpêtê dan û li ser îtîraza li dijî biryara wî cezayî, îro lêkolîn hat kirin.

Guven û Alokmen beşdarî rûniştina lêkolînê bûn û xwestin prastina xwe bi Kurdî bikin. Lê, dadger bi şertê ku ku pereyê wergêr ji aliyê wan ve were dayîn û bi hinceta ku bi tirkî dizanin daxwaza parastina bi Kurdî red kir. Guven û Alokmen wergêrê bi pere qebûl nekirin.

Dadger di biryara xwe de wiha nivîsand, “Girtî di parastina xwe de got: `Ez dixwazim parastina xwe bi Kurdî bikim û wergêr bo min were diyarkirin, lê naxwazim pereyê wergêr bidim.` Ji girtiyê re hat gotin ger pereyê wergêr bide dê li gor yasaya 202yan dadgeh wergêr amade bike. Lê naxwaze pereyan bide û bi Kurdî biaxive wê demê wek `mafê bêdengiyê` bi kar aniye tê qebûlkirin. Hat zanîn ku girtî bi tirkî dizane û pêştir jî bi tirkî bersiv daye, ji ber nexwest pereyê wergêr bide wek `mafê bêdengiyê` bi kar aniye hat qebûlkirin.”

Dadgehê, wergêrê ku ji aliyê parêzerê Guven û Alokmen ve bo dadgehê hatibû anîn, qebûl nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst