Encûmena Wezîran ‘Plana Niştimanî ya Herêmê bo Mafên Mirovan’ pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna îro ya Encûmena Wezîran de `Plana Niştimanî ya Herêmê bo Mafên Mirovan a 2021-2025` bi tevahiya dengan hat pesendkirin. Herwiha hat daxwazkirin biryarên qedexekirina sim karta bê nav û encamên lêkolîna li kalîta ardê hawirdekirî di zûtirîn dem de bên cîbicîkirin.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civîna xwe ya heftane saz kir.

Pesendkirina Plana Niştimanî ya Herêmê bo Mafên Mirovan

Di civînê de reşnivîsa `Plana Niştimanî ya Herêmê bo Mafên Mirovan a 2021-2025` ku di civîna Encûmena Wezîran a berî niha de gotûbêj li ser hatibû kirin, bi tevahiya dengan hat pesendkirin û wezîr û aliyên peywendîdar hatin raspardin ji bo cîbicîkirina planê û agahdarkirina Encûmea Wezîran li ser pêşveçûna cîbicîkirina planê bi arasteya mafên mirovan li Herêma Kurdistanê.

Sim kart û ardê hawirdekirî

Wezîrê Navxwe Rêbaz Ehmed û Wezîrê Peywendiyan, di beşeke din a civînê de,  pêngavên cîbicîkirina çend biryarên Encûmena Wezîran eşkere kirin ku taybet bûn bi qedexekirina sim kartên bênavkirin û encama lêkolîna li kalîta ardê hawirdekirî li Herêma Kurdistanê di warê xorak û tendirustî ve. Encûmena Wezîran tekezî li ser wê kir ku ew biryar di zûtirîn dem de bên cîbicîkirin.

Hilbijartin

Di destpêka civîna îro ya Encûmena Wezîran de , Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xist ser amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Iraqê û pêwîst dît ku divê “helmeta bangeşeya hilbijartinê bi şêweyekî aram, medenî û dûr ji navbiçûkkirin û hevşikanê birêve biçe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir ku ev hilbijartin, bo wê ye, nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexdayê dakokî li ser berjewendiyên giştî, maf û şayesteyên xelkê Kurdistanê bikin û divê rikeberî û pêşbirka di navbera partî û aliyên Kurdistanî de jî, bi arasteya berevanîkirinê be li mijarên niştimanî û mafên gelê Kurdistanê.

Encûmena Wezîran tekezî li ser girîngiya rola bêalî ya dam û dezgehên îdarî û emnî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, medya û rêxistinên civaka sivîl kir di serxistina proseya hilbijartinê li gor yasayên berkar, bi şêweyek pêwîst e armanca sereke ya hemû partî û aliyên Kurdistanî ew be, li Bexdayê bi hev re dakokî li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û  berjewendiyên bilind ên xelkê bike.

Sindoqa piştgiriya geşepêdana rê û ban li Herêma Kurdistanê

Di dawiya civînê de, Wezîrê Avendakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm, reşnivîsa `Peyrewa Sindoqa Piştgiriya Geşepêdana rê û banan li Herêma Kurdistanê` eşkere kir. Ew reşnivîs ji aliyê Wezareta Avendakirin û Niştecîkirinê ve bi hevahengî li gel wezaretên peywendîdar hatiye amadekirin.

Encûmena Wezîran li gel tekezkirina li ser girîngiya pêşxistina warê rê û banan, biryar da wezaretên peywendîdar di heyama mehekê de, pêdaçûna zêdetir li reşnivîsê bikin di warên qanunî, teknîkî û darayî ve, li ber roniya wan têbîniyên wezaretan eşkere kirine heta ku ew peyrew armancên xwe bidest bixe di piştevanîkirina wezaretê di geşepêdana projeyên rê û banan û danîna pêwer bo bercestekirina dadperweriyê di dabeşkirina projeyên avendakirinê û rê û banan li ser parêzgeh û îdareyên serbixwe li gor şayeştebûnê ku ew jî li ber roniya bernameya kar a kabîneya 9emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku girîngîpêdan bi rê û banan di bergeyên sereke de ye.