Brîtanyayê meşq û rahênan herî kêm bi 6,600 Pêşmergeyan kiriye

15-09-2021
RÛDAW
Nêzîkî 400 serbaz û rawêjkarên serbazî yên Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene
Nêzîkî 400 serbaz û rawêjkarên serbazî yên Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene
Nîşan Brîtanya Pêşmerge Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Brîtanya yek ji wan welatan e ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de piştgiriya Hêzên Pêşmerge dike.

Li gor Wezareta Berevaniyê Brîtanya, nêzîkî 400 serbaz û rawêjkarên serbazî yên wî welatî li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene ku beşek ji wan li Hewlêrê ne û meşq û rahênan herî kêm bi 6 hezar û 600 Pêşmergeyan kiriye.

Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Stephen Hickey dibêje: “Hevbeşiyeke me ya gelekî nêzîk ligel Wezareta Pêşmerge heye. Rêzeke me ya zêde bo Pêşmerge û wê rola wan heye ku bo parastina aramiyê li vê navçeyê û di şerê dijî DAIŞê de dîtine. Em di rahênana Pêşmergeyan de hevkar in, di nav de jî li navxweyê Brîtanyayê.”

Di hewldanên rêkxistin û yekgirtina lîwayên Pêşmerge de, hêzên Brîtanyayê rolekî aktîv dibînin û di wê derbarê de şêwra serbazî didin Wezareta Pêşmerge.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê Li Hewlêrê James Thornton jî gotibû: “Em jî hevkariya teknîkî dabîn dikin. Li gor me gelekî girîng e Hêza Pêşmerge bê modernkirin, bibe artêşeke bi bandor bo sedsala bîst û yekê, di jêr kontrola saziyên hikûmî de, ne ku partiyên siyasî.”

Di meydana şer de jî, firokeyên şer ên Hêza Esmanî ya Şahaneya Brîtanyayê bi rêya êrîşên esmanî bo ser çekdarên DAIŞê û çavdêrîkirina wan hevkariya Pêşmerge û hêzên emnî yên Iraqê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst