Dadgehê 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê da Sirri Sakik

Hewlêr (Rûdaw) – Li parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û şaredarê berê yê Agiriyê Sirri Sakik, ji ber daxuyaniya wî ya sala 2015an lu Tendirukê bi hinceta “alîkarî û propagandaya rêxistinê kiriye” 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn ya Agiriya Bakurê Kurdistanê bi sedema daxuyanî, çalakî û axaftinên Sirri Sakik ên heyama şaredariya Agiriyê yên sala 2015an li Tedirukê, doz li wî vekiribû.

Dadgehê, bi hinceta ‘bi zanebûn an xwestiyê alîkarî û propagandaya rêxistinê kiriye’ biryara 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê ji Sirrî Sakik da.

Sirri Sakik derbarê cezayê jê re hate birîn got ku ji aliyê hiquqî ve ti wateya wê nîne û neheqî li wî tê kirin û got: “Ji ber rewşa pandemiyê parêzerên min tevlî daneşînê nebûn. Min ji dixwest tevlî daneşînê bibim. Mixabin di vê pêvajoya ku ne ez ne jî parêzerên min amade nebûn ceza li me birîn.”

Sakik da zanîn ku ji bo wê daxuyaniya ku ceza jê re hate birîn, destûr ji parêzgehê wê heyamê yê Agiriyê Musa Işin wergirtibû û bi gotina wî Işin di dadgehê de gotiye ku ew ji civîna rojnamevanî agahrdar bû.