ÎYÎ Partî daxwaz kir ku parêzbendiya Leyla Guven bê rakirin

15-09-2019
Nîşan Leyla Guven Parêzbendî ÎYÎ Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriya giştî ya Tirkiyê li ser daxwaza ÎYÎ Partiyê di derbarê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven de lêkolînek daye destpêkirin.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, ji ber axaftinên Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven ên di derbarê çalakiya dayikên li pêşiya avahiya HDPê ya Amedê de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kiribû ku parêzbendiya Leyla Guven bê rakirin.

Li ser daxwaza ÎYÎ Partiyê, dozgeriya giştî ya Komarî jî lêkolînek di derbarê Leyla Gûven de daye destpêkirin.

Leyla Guven di derbarê çalakiya dayikên li pêşiya avahiya HDPê de gotibû ku, sedema şerê niha ne HDP ye û heya ku ev rewş bi vî awayî berdewam be, dê tevlîbûna bo nava rêzên PKKê jî her berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst