Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de 201 jin berbijêr in

15-09-2018
RÛDAW
Hewlêr
Hewlêr
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Jin Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rêziknameya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, rêjeya jinan %30 e û herwiha 201 jin jî di hilbijartinê gera pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê bûne berbijêr.

 

Roja 11ê Îlona îsal li Herêma Kurdistanê pêvajoya propagandaya hilbijartinên gera pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir. Ji lewra niha cade û kolanên Kurdistanê bi wêne û posterên berbijêran hatine xemilandin.

 

Beşek ji berbijêran jin in û hevşêweyê berbijêrên zilam, ji bo bidestxistina dengan beşdarî pêşbirkê dibin.

 

Namzeda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Duhokê Zerî Newzad dibêje, pêwîste di vê qonaxê de ji bo wekheviya jin û zilaman kar were kirin daku li hemû waran de ji jinan re jî derfeta kar peyda bibe.

 

Zerî Newzad diyar dike: “Ez bixwe yek ji wan kesan im ku mib di hemû waran de berevaniya mafê jinan kiriye. Ji îro pêde jî ez ê berevaniyê ji bo hevsengî û yeksaniya jin û zilaman bikim. Eger em bikarin vê yekê bidest bixim em ê bikarin zêdetir xizmeta jinê bikin, ya malbat û civakê bi giştî bikin.”

 

Di hemû lîsteyan de berbijêrên jin hene ûher yek xwedî dirûşmeke ciyawaz e. Yan jî hilgirê wê dirûşmê ne ku partiyên wan ji bo lîsteya wan diyar kiriye.

 

Berbijêra Lîsteya Serdem Merziye Mihemed Emîn jî dide xuyakirin: “Divê em bang li hemû jinan bikin daku werin ser sindoqan, dest bidin destê hev û ji bo jinan kar bikin. Di paşerojê de gelek kar ji bo jinan hatine kirin. Divê em zêdetir kar bikin.”

 

Rêziknameya jimare 10 a sala 2018ê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a herêma Kurdistanê, taybet derbarê dabeşkirina 111 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê de ye. Li gorî vê rêziknameyê kotaya jinan li parlamentoyê %30 e. Wate eger jin di nav lîste û partiyên xwe bi dengên xwe sernekeftin jî divê kotaya %30 misoger bibe û bikevin cihên wan namzedên zilam û di rêzbenda jêr lîsteyê de ne.

 

 

Ev di demekê de ye ku li gorî xala 4 a madeya 49 a Destûra Iraqê û madeya 11 a yasaya jimare 16 a sala 2015ê, di Parlamentoya Iraqê de rêjeya jinan wek %25 hatiye diyarkirin.

 

Di hilbijartinên gera pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê de 673 berbijêr hene û ji wan 201 berbijêr jin in û rikeberiyê ji bo gihiştina parlamentoyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst