Siyasetvan û rojnamevan: Du rê ji me re mane, yan zîndan yan mişextî

Amed (Rûdaw) –  Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nêzî 10 hezar rêveber, parlamenter, xebatkar û rojnamevanên HDPyî di zindanê de ne. Bi hezaran kes jî ji bo ku neyên zindankirin, berê xwe dane welatên Ewropayê. Di nava van siyasetmedaran de Hatîp Dîcle, Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer jî hene. HDPyî dibêjin dewlet du rêyan datîne pêşiya wan; an zindan an jî mişextî.

 

Heqî Boltan berê Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad bû. Bi tevahî 400 endamên cemiyeta wan hebû û ji wan 52 endam hatin zindankirin, nêzî 150 endamên wan jî ji bo neyên zindankirin berê xwe dan welatên Ewropayê. Piştî Rewşa Awarte cemiyeta wan jî hate morkirin. Ew dibêje zexta li ser wan ji salên 90î dijwartir bûye.

 

Heqî Boltan got: “Ez bawer dikim 52 endamên me di girtîgehê de ne. Li sirgûnê jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Niha gelek rojnamevan li sirgûnê ne, li derveyî welat in. Li diyasporayê jî niha medyayeke xurt a kurdan ava bûye.”

 

Di qada siyasî de jî nêzî 10 hezar rêveber, parlamenter û endamên HDPê, DBPê û saziyên nêzî HDPê hatin zindankirin. Parlamenter Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer jî tê de, Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle û bi sedan siyasetmedarên din ji bo ku neyên girtin riya Ewropayê hilbijartine.

 

Parlamenterê HDPê Mîthat Sancar dibêje dewlet 2 riyan datîne pêşiya wan, an zindan an jî sirgûn ango nefîkirin: “Xelkê didin zorê ku welatê xwe terk bikin. Berê jî ev tişt kirin. Dixwazin bi vê riyê têkiliya gel û kadroyên siyasî qut bikin û gel zûtir kontrol bikin. Ji ber vê yekê jî yan sirgûn an jî zindanê derdixin pêşiya me. Lê em ê li dijî vê yekê têbikoşin.”

 

Li bajarên kurdan 106 şaredarî di destê HDPê de bûn û piraniya hevşaredarên DBPê jî niha zindankirî ne. Hin hevşaredar jî weke gelek siyasetmedaran welatê xwe terk kirine û li welatekî din ê cîhanê bi cih bûne.