Tevgera Goran û Komela Îslamî rûniştina parlamentoyê red dikin

15-09-2017
RÛDAW
Nîşan Tevgera Goran Komela Îslamî Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê biryar dan beşdarî rûniştina îro ya Parlamentoya Kuridstanê nebin.

 

Biryare îro Parlamentoya Kurdistanê bi rojeva nirxandina giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bicive. Beriya vê rûniştinê çav li ser helwesta Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê bûn.

 

Civata Nîştmanî ya Tevgera Goran biryar da, fraksyona Goran beşdarê rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistan nebe.

 

Endamê Xaneya Raperandinê yê Tevgera Goran Şoreş Hacî ji Rûdawê re ragihand: “Parlamenterên Goran başdarî rûniştina îro ya Parlamentoya Kuridstanê nabin. Bi nêrîna me rûniştina îro ne li gorî rêkarên yasayî ye.”

 

Ji aliyê din ve, Komela Îslamî ya Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku ew beşdarî rûniştina parlamentoyê nabin.

 

Komela Îslamî di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku ew ji naveroka rûniştina îro ya awarte ya parlamentoyê û hewldanên siyasî yên aliyan bê agah in, lewma biryar dane beşdarê rûniştina îro nebin.  

 

Komela Îslamî vê yekê jî bi 2 sedeman ve girê dide:

 

“Ya yekemîn: Aliyên siyasî yên sereke li ser nexşeya karên dema pêş negihiştine rêkeftineke hevbeş.

 

Ya duyemîn: Tenê du fraksiyonan bernameya rûniştina îro diyar kirine, ku amadekirina bernameya rûniştina parlamentoyê erkê Desteya Serokatiya Parlamentoyê ye ne ya fraksiyonan.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst