Feleknas Uca: Serê her tiştî tifaq û tevahî

15-09-2017
RÛDAW
Parlementera HDPê ya Amedê Feleknas Uca
Parlementera HDPê ya Amedê Feleknas Uca
Nîşan Parlementer HDP Amed Feleknas Uca Giştpirsî Serxwebûn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Parlementera HDPê ya Amedê Feleknas Uca derbarê giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê de ragihand, ku giştpirsî û serxwebûn mafeke xwezayî ya gelê Başûrê Kurdistanê ye û divê her kes di roja giştpirsiyê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.

 

Feleknas Uca got: “Weke HDP me helwesta xwe ya fermî ragihandiye. Ev biryar biryara gelê Başûrê Kurdistanê ye. Her referandûmek biryarek e û gel bi destê xwe biryara xwe dide.”

 

Herwiha Feleknas Uca diyar kir ku ew hêvîdikin bi giştpirsî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê re riya yekîtiya netewî ya tevahiya gelê kurd vebe û li parçeyên din ên Kurdistanê jî kurd bikarin serbixwe û azad bijîn.

 

Uca got: “Ji hemû aliyan ve êrîşê gelê kurd dikin. Çi li Rojhilat, çi li Başûr. Em dibêjin mafê gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye, ku di referandûmê de dengê xwe bikar bîne. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo aştî û demokrasiyê, ji bo careke din komkujî li dijî gelê me çênebin emê li pişt gelê xwe bin.”

 

Parlamentera HDPê hêviyên xwe yên ji bo yekîtiya gelê kurd jî bi qewleke êzidiyan anî ziman: “Ez hatime dîwana Îlahî, min lê dît xweşî û şahî, serê her tiştî tifaq û tevahî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst