Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Kurdistanê yekemîn civîna xwe piştî 2 salan dest pê kir û bi awaykî fermî parlamento hat aktîvkirin. Aktîvkirina parlamentoyê bi marşa netewî ya Ey Reqîb hat destpêkirin.
Civîn bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdisatanê Ceifer Îbrahîm Êminkî birêve diçe.
Civîna êvariya îro ya parlamentoyê piştî rêkevtina PDK, YNK û Yekgirtûyê tê.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdisatanê Ceifer Êminkî ku civîn birêve dibir, di destpêka civînê de bernameya civînê aşkere kir. Civîn bi marşa netewî ya Ey Reqîb û xûlekek rêzgirtin bo rêzgirtin li şehîdan dest pê kir.
Ceifer Êminkî ragihand, ku mijara sereke ya civîna îro parlamentoyê, referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye.
Di civînê de, herwiha ji ber beşdarnebûna Sekreterê Parlamentoyê Fexredîn Qadir, Seroka Fraksyona YNKê Bêgerd Talebanî bi koma dengên parlamenterên amadebûyî weke sekreterê parlamenoyê hat diyarkirin.
Tevgera Goranê ku fraksyona di parlamentoyê de xwediyê 24 parlamenteran e, û Komela Îslamiya Kurdistanê ku 6 parlamenter hene, pêştir daxuyanî dabûn û ragihandibûn, ku beşdarî di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de nakin.
Goran û Komel daxwaza paşxistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin.
Herwiha Fraksyona Rafîdeyn a Aşûrî, Fraksyona Bizava îslamiya Kurdistanê (1 parlamenter) û Fraksyona Cebheya Tirkmenî (1 parlamenter) jî beşdarî civînê nebûn.
Ji bilî wan aliyan, 3 parlamenterên PDKê û herwiha 6 parlamenterên YNKê jî bi sedemên ciyawaz di civînê de amade nebûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse