Mezargeha Dadê Elîf ji bo kurdên elewî ciheke pîroz e

Mereş (Rûdaw) -  Li bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê, Mezargeha “Dadê  Elîf an go Elîf Ana” heye,  ku ew ji bo elewiyên wê deverê re ziyareteke gelek pîroz e. Her sal elewiyên kurd yên ku li hemû dewletê cîhanê belav bûne, têne serdana vê  derê,  paçên hêviyê gire didin û her wisa qurban serjê dikin. Elewiyên kurd pê bawerin ku “Elîf Ana” ewliya ya sedsala borî ye.

 

Cemal Ozsoyê bavê Mûrad, koçberekî kurdê elewî ye, ku li Almanyayê dijî. Ew  ji bo ku ji nesaxiya kurê xwe yê çermî re dermanekê bibîne, li ber deriyê gelek hekîm û dixtoran geriya û çareseriyeke mayînde jê re peyda nekiriye. Niha bi hêviyeke mezin li bajarê Mereşê ye û hatiye  ser tirba Dadê Elîf.

 

Cemal Ozsoy dibêje: “Ez ji bo nesaxiya kurê xwe hatime vê derê, ku Elîf Ana li cem Xwedê bibe ricakar û kurê min silamet be. Elîf Ana ocaxeka pir pîroz e ji bo me, kê were vê derê vala venagere.”

 

Dadê Elîf an go Elîf Ana, ziyaretgeheke ji kurdên elewî yên Dîlok, Mereş, Semsûr û derdorê wan re. Ew bawer dikin, ku Dadê Elîf welî bû, kerametên wê hebûn, mirovhez, ajalhez û herwisa sirûşthez bû. Dilê tu kesek jê nemabû, destê alîkariyê ji herkesê re dirêj kiribû û ew ocaxa pîroz bû.

 

Bûka Dadê Elîf Eyşa Memê dibêje: “Elîf Ana xesûya min bû lê dayika me hemûyan bû. Di vê derdorê de herkesê gelek zêde ji wê bawer bûn, dewlet li serê wê ev der tu carî ji mêvanan kêm nabe.”

 

Salewext bi hezaran elewî ji bajarên derdor û Ewrûpa û Amerîkayê tên serdana ziyareta Dadê Elîf.  Yên ku tên  duayan dikin, paçên hêviyê gire didin, qurbanan serjê dikin, luqmeyên xêrê belav dikin. Herkes dixwaze ku Dadê Elif  bibe wesileya xefirandina gunehên wan. Ji ber ku ew pê bawer in Dadê Elîf yek ji ewliyayên Xwedê ye.

 

Geştiyar Alî Deman diyar dike: “Ez bi tevî malbata xwe ve her sal têm vê derê û qurban serjê dikin. Li Ewropayê carna dilê min teng dibe û ez canbêzar dibim, Elif Ana tê bîra min û ez jê re duayan dikim, gelek caran ew tê hewara min”.

 

Gundiyê Dadê Elîf Erol Kolpinar jî dide xuyakirin: “Di ser rûyê dinê de kêm ewliya hene, ku di sedsala me de jiyane. Elif Ana yek ji wan e. Kê tê vê derê daxwaz û hêviyan ji ziyareta wê dike, ew digîhîje mexset û miradê xwe.”

 

Dadê Elîf ango Elif Ana di sala 1908ê de li gundê Akdemir a ser bajarê Mereşê hate dine. Di 1991 an de, di temenê 83ê de  emre Xwedê kir û ew li heman gundê ji xaka sar re hate spartin. Piştî wefata wê, cihê tirba wê ya li gundê Akdemirê  bû ziyaretgeheke mezin.