Kopenhang (Rûdaw)- Polîsên Danîmarkayê dest danîn ser pasporta xortekî 23 salî û nehiştin ku biçe Sûriyê û li wir li kêleka hêzên YPGê şerê DAIŞê bike.
Şêwirmendê Pêwendiyên Polîsên Navxwe yên Danîmarkayê Chanety Bîlov ji Rûdawê re ragihand: “Em hatin agahdarkirin ku ew xort dixwaze biçe Sûriyê.”
Li gorî raporên dezgehên medyayî, ew xort beriya niha endam bû di Hêza Bergiriyê ya Danîmarkayê de û li wir fêrî bikaranîna çendîn cureyên çek bûye.
Rojnameya Berlingske Tidende ya danîmarkî di raporekê de ragihand: “Wî xortî dixwest biçe Tirkiye û ji wir bo Iraq û piştre Sûriyê.”
Lê rojnameyê navê wî xortî eşkere nekiriye.
Berlingske Tidende wiha nivîsandiye: “Wî xortî gotibû, ew vîdeoyên ku tê de çekdarên DAIŞê bi awayekî pir xerab kar ligel sivîlên bêguneh dikin, wî dilgiran û xemgîn dikin, lewma biryar da ku biçe Sûriyê û şerê wan bike.”
Li gorî pisporên terorê, ev cara yekê ye ku Ewropa dest datîne ser pasporta welatiyekî ku dixwaze biçe ligel YPGê şerê DAIŞê bike.
Bi sedan kurdên Rojava ku di nava wan de 10 danîmarkî jî hene, çûne Sûriyê û li wir ligel şervanên kurd şerê DAIŞê dikin.
Îsla meha Adarê yasayek nû li Danîmarkayê ket warê cihbicihkirinê, ku desthilatê dide polîsan ku destê xwe deynin ser pasporta her welatiyekî xwe eger guman hebe ewê biçe Iraqê yan Sûriyê û li wir şer bike.
Li gorî hêzên ewlehiyê û îstixbaratê yên wî welatî, Danîmarka welatê duyem e piştî Baljîkya ji aliyê çûna welatiyên wê bo Sûriyê, bo tevlîbûna şer, ku niha nêzîkî 115 danîmarkî li wî welatî şer dikin.
Chanety Bîlov wiha got: “Bi çûna wî xortê 23 salî bo Rojhilata Navîn dê metrisî li ser asayişa neteweyî li welatê me çêbibe. Negirîng e ku li tenişta kîja girûpê li wir şer dike.”
Lê Pispora Qanûnê di Zanîngeha Başûrê Danîmarkayê de Hênîn Feglsan wiha got: “Ew hêncet ne di cihê xwe de ye, ji ber ku qanûn wisa bi zelalî behsa wê pirsê nekiriye.”
Hênîn Feglsan wiha domand: “Eger kesek biçe û li wir tevlî DAIŞê bibe bêguman pirsgirêkeke mezin e, lê eger li dijî DAIŞê şer bikin, ew kes wek pîlotên me şer dikin. Çûna xortan bo şerê li dijî DAIŞê ziyanê nagihîne Danîmarkayê, lê belî alîkariyê dide wê.”
Danîmarka endamê hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê, ku bi şandina çekan alîkariya Hêzên Pêşmerge dike, herwiha tîmeke leşkerî ku ji 55 pisporî şandiye Herêma Kurdistanê. Herwiha di operasyonên asmanî de jî bi balafirên xwe alîkariya Amerîkayê li dijî DAIŞê dike.
Payîza borî, keçeke kurd ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Ciwane Palanî (21 salî) ku li wî welatî dimîne û li wir dest ji zanîngehê berda û tevlî YPJê bû.
Ew keça kurd di şerê Kobanî de beşdar bû, wê demê rê li pêşiya wê nehat girtin ku biçe şerê DAIŞê bike, tevî ku beriya wê ragihandibû ku ew dixwaze biçe Sûriyê.
Hênîn Feglsan daxwaz ji Wezareta Dadê ya welatê xwe kir ku derbarê çawaniya bicihkirina wê qanûnê (qanûna rêgirtinê li çûna welatiyan) daxuyaniyekê bide û wl yekê yekalî bike, ku gelo ew qanûn wan kesan jî digire ku diçin bo şerê li dijî DAIŞê.
Ji aliyê xwe ve, Pisporê Qanûna Tawanan li Zanîngeha Kobenhaginê Jorn Vestergard da zanîn ku ew qanûn bo wan kesan e ku dixwazin tevlî komên çekdar bibin, lê dibe ku sedema girtina rê li pêşiya wî xortî ku tevlî YPGê bibe, ew be ku ew hêz pêwendiya wê bi PKKê re heye û PKK jî li cem wan di nava lîsteya terorê ya Amerîka û Ewropayê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse