Belgefîlm- Kobanî di 134 rojan de

Hewlêr (Rûdaw)- Peyamnêrê me Imer Kalo belgefîlmek li ser şerê Kobanî çêkiriye.

Ew belgefîlm îşev saet 23:30 dê li ser akranê Rûdawê derkeve.

Imer Kalo ew belgefîlm bi boneya derbasbûna salekê bi ser êrişa DAIŞê li ser bajarê Kobanî, çêkiriye.

Par rêxistina DAIŞê dest bi êrişa xwe li ser Kobanî kir û piştî çend mehan ji şer û pevçûnan, hêzên YPG, Pêşmerge, Artêşa Azad û bakafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ew çekdar ji herêma Kobanî bi temamî hatin derxistin.

Peyamnêrê me Imer Kalo di dema şer de li Kobanî bû û bi rêya Rûdawê dengê wî bajêrî û şervanên kurd û xelkê Kobanî digihand hemû cîhanê.