Li Kurdistanê werza nû ya xwendinê dest pê kir

 

Dihok (Rûdaw) – Werza nû ya xwendinê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Wezîrê Perwerdeyê Piştîwan Sadiq eşkere kir ku milyonek û 700 hezar xwendekar û qutabî diçin xwendinê.

Îro (15ê Îlonê), werza nû ya xwendinê li seranserî Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Li bajarê Dihokê bi beşdariya Wezîrê Perwerdeyê Piştîwan Sadiq, zengila destpêkirina werza nû ya xwendinê hat lêxistin.

Wezîrê Perwerdeyê di merasima lêdana zengila werza nû ya xwendinê de, axivî û got, îro ruxmî şert û mercên zehmet ên Kurdistanê, werza nû ya xwendinê dest pê dike.

Piştîwan Sadiq diyar kir ku Herêma Kurdistanê di warê zanist û xwendinê de pêşve diçe û got, emê îsal gavên mezintir di warê perwerdeyê de bavêjin û biryarên kongreya perwerdeyê bicîh bînin.

Sadiq da zanîn ku di werza xwendina îsal de dê bi sedan polên xwendina înglîzî li Kurdistanê bên vekirin û got, çimkî zimanê înglîzî zimanekî serdem e…

Li gorî agahiyên Wezîrê Perwerdeyê, îsal milyonek û 700 hezar xwendekar û qutabî diçin xwendinê ku zêdetirî 50 hezar xwendekar diçin pola yekem…