Li Brîtanyayê nanê kurdî difiroşin

Arî Resûl

Hewlêr(Rûdaw) - Li kolaneke bajarê Hudsfiled li Brîtanyayê firneyek heye ku bi kurdî li ser tabloya wê hatiye nivîsandin Myran`s Bakery, ango “Nanxaneya Mîran.” Firn ji aliyê çend Kurdan ve tê rêvebirin. Xwediyê nanxanê got ku ji bilî Kurdan hejmareke zêde ya kiryarên wan ên Îngilîz û Pakistanî jî hene.

Xwediyê firneyê Şivan Umer ji sala 2010ê ve ligel du Kurdên ji Başûrê Kurdistanê û Kurdekî Rojhilatî firneyê birêvedibin. Beriya wê demê jî, Şivan di sala 2008ê de ligel kesekî din bi hevbeşî firn dirust kir.

Şarezayiyeke zêde ya Şivan di çêkirina nan de heye. Beriya ku di sala 2003yê de ji Kurdistanê bar bike, ew nanpêj bû. Lewma gava gihişt Brîtanyayê, wî dest bi nanpêjiyê kir û çalakbûna xwe di wî warî de zêdetir kir.

Vekirina kargeheke wiha ramana biraderekî wî bû bi navê Mîran, ku wan bi hev re di sala 2008ê de ew firn dirust kirin: “Me xwest welatiyên Brîtanî hînî nanê kurdî bikin.” Çend roj in ku Şivan ligel hevjîna xwe ya Pakistanî, ku li Brîtanyayê hevdu nas kirine û zewicîne, ji bo demeke kin bi serdanekê vegeriyane Kurdistanê.  

Nanxaneya Mîran ji bilî nan, xwarinên taştê jî yên weke penîr, hêk û hingiv jî difiroşe. Sibeyan demjimêr 10 nanxaneyê vedikin û heta demjimêr 8ê êvarê pêşwaziya kiryaran dike.