Demîrtaş ji bo Tarik Ziya Ekîncî peyamek belav kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tarik Ziya Ekîncî Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş li ser wefata rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî got, “Em dê têkoşîna xwe ya bi biryar ji bo pêkanîna xeyalên wî bidomînin.”

Dîrokzan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku di Girtîgeha Edîrneyê de tê girtin ji bo Tarik Ziya Ekîncî peyameke sersaxiyê belav kir.

Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe de wiha got,

“Me bi xemgîniyeke pir mezin wefata çinara sedsalî ya têkoşîna ked, azadî û demokrasiyê kekê me yê pir hêja Dr. Tarik Ziya Ekîncî bihîst.

Xwedê rehma xwe lê bike, em ji malbata wî ya hêja û gelê me re sersaxî dixwazin.

Em diyar dikin ku bi xwedîderketina li hemû nirxên ku kekê hêja Tarik jiyana di ber de daye, em dê têkoşîna xwe ya bi biryar ji bo pêkanîna xeyalên wî bidomînin.

Em dê Tarik Ziya Ekînciyê hêja ku şahid û hafizeya zindî yê sed sala dawî ye jî qet ji bîr nekin. Di nav nûra Xwedê de be.”

Tarik Ziya Ekîncî

Tarik Ziya Ekîncî sala 1925an li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê.

Wî sala 1949an Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê qedand. Bijîşk, siyasetmedar, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan bû.

Tarik Ziya Ekîncî sala 1965an bû parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP).

Wî serokatiya odeyên bijîşkan ên Amed-Mêrdîn-Sêrtê kiriye

Piştî Muxtiraya 12ê Adara 1971ê bi îdiaya ku "propagandaya Kurdayetiyê û komunîzmê kiriye" 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di serdema derbeya 12ê Îlonê de 5 caran hat girtin û piştî ku hat berdan çû derveyî welêt.

Heta sala 1989an li Parîsê doktorî kir, paşê dîsa vegeriya Tirkiyeyê.

Tarik Ziya Ekîncî di nava Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst