Balikesir: 3 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Balikesîr PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Balikesirê ya Tirkiyeyê bi hinceta ku çalakî û xebatên PKKyê li ser medya civakî parve kirine û propagandaya rêxistinê kirine 3 kes hatin desteserkirin.

Tîmên girêdayî Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê yên ser bi Rêveberiya Ewlehiyê ya Balikesirê bi armanca girtina 3 kesan operasyonên hemwext kirine û bi ser hejmarek navnîşanan de girtine.

Hat îdîakirin ku wan 3 kesan “li ser medya civakî çalakî û xebatên PKKyê parve kirine û propagandeya wê rêxistinê kirine.”

Di encama operasyonê de her 3 kes hatine desteserkirin û kar û xebatên li Rêvebiriya Ewlehiyê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst