Li Amedê çinîna fistiqan dest pê kir

Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê çinîn û berhevkirina fistiqan dest pê kir.

Li 17 navçeyên Amedê zêdetirî 15 hezar donim bax û baxçeyên fistiqan hene.

Ji van 2 hezar donim ji 10 salî jortir in û îsal berhemeke baş daye.

“Fistiq ji pembû û genim çêtir e”

Xwediyê baxçeyê fistiqan Mihemed Salih Arzu got, “Fistiq ji pembû û genim çêtir e.

Yanî fistiq li Amedê tê. Zeviyên Amedê ji yên Dîlokê jî ji yên Sêrtê jî berhemdartir in.

Zeviyên ku nabin pembû û nabin genim jî hene. Gava mirov hîn bibin ew dê dev ji genim û pembû berdin.”

Dêriyekî nû yê dahayê vekiriye

Li Amedê li ser 2 hezar donimî fistiq têne berhevkirin.

Ew 13 hezar donimê din jî dê heta 5 salan fêkî bidin.

Danîna darên fistiqan li Amedê deriyekî nû yê debarê vekiriye.

Di her zeviyekê de bi dehan kes fistiqan berhev dikin.

Di karê danîn, berhevkirin û veguhestina fistiqan de herî kêm hezar kes dixebitin.

“Min nizanibû li Amedê jî fistiq hene”

Karker Ebru Oksuzogluyê got, “Min nizanibû li Amedê jî fistiq hene. Ez hatim vê derê min fêm kir.

Min digot qey tenê li hêla Riha û Sêwregê heye. Min pir texmîn nedikir li hêla Amedê hebe.”

Karker Yusuf Aslan wiha anî ziman “Em jî hatin, me got em bişixulin û heqê xwe derxin.

Zewac heye, mekteb heye li pêş me. Vî zemanî her tişt pere ye.

Ji ber wê em hatin vir, me got em xerciyên xwe derxin.”

Karker Zelal Aslanê got, “Ez bi xwe îsal hatime. Berê birê min û ew dihatin.

Xweş e wele. Ji berhevkirina qeysiyan rihetir e.

Yekîtiya Hilberînerên Fistiqan daye ber xwe ku di nava 10 salan de li Amedê 10 milyon darên fistiqan deyne.

Ger ji her darekê 5 kîlo fistiq derkeve li bajêr dê 50 ton fistiq bêne berhevkirin. Ev jî salane dike 500 milyon dolarê Amerîkî.