YNK: Hilbijartinên Kurdistanê ji bo nûkirina ezmûna demokrasiyê derfeteke baş in

Hewlêr (Rûdaw) - YNKyê pîrozbahî li PDKyê kir û got, “Hilbijartinên Kurdistanê ji bo nûkirina ezmûna demokrasiyê derfeteke baş in.”

Sibê 78 sal di ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re derbas dibin.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo 78emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê belav kir.

YNKyê got, “Ji bo 78emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, em pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û endam û alîgirên we dikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de YNKyê got, “Îro pêwîstiya Kurdistanê ji her demê bêtir bi hevahengî û karên hevbeş û xurtkirina yekrêziyê heye, ji bo berjewendiyên bilind ên gelê me bi hemû pêkhateyên wê, ji bo rastkirin û bipêşxistina rêbazê hikumdariyê li herêmê, bi rêya garantîkirina mafên xwe yên nîştimanî û mafên destûrî li Îraqa Fedral.”

Di berdewamiya daxuyaniya YNKyê de wiha hat gotin:

“Bê guman hilbijartinên dema bê yên Kurdistanê jî derfetek e ji bo nûkirina ezmûna demokratîk û baştirkirina rewşa jiyana welatiyên me ku armanca sereke ya Kurdayetî û xebata rewa ya komeleyên xelkê Kurdistanê ye.

Em hêvîdar in ku ev salveger bibe egera geşkirina giyanê hevkarî û têgihîştinê di navbera hemû aliyan de, bi taybet di navbera her du partiyên me de û her serkeftî bin û carek e din jî pîroz be.”