Serok Mesûd Barzanî konsulê nû yê Amerîkayê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê Hewlêrê pêşwaziya konsulê nû yê Amerîkayê yê Hewlêrê Steve Bitner kir.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku konsulê giştî yê berê Amerîkayê yê Hewlêrê Mark Stroh jî di civînê de amade bûye.

Li gorî daxuyaniyê. Serok Barzanê bixêrhatina konsulê nû yê Amerîkayê Steve Bitner kiriye û jê re serkeftin xwestiye.

Herwiha Serok Barzanî rola Konsulê berê yê Amerîkayê ya di bipêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bilind nirxand.

Serok Mesûd Barzanê spasiya gel û Hikûmeta Amarîkayê kir ku di qonaxên cuda cuda de piştevaniya gelê Kurdistanê kirine bi taybetî jî di warê damezirandina herêma dijefirînê ji bo Kurdistanê piştî Raperîna xelkê Kurdistanê ya 1991ê û rûxandine rejîma berê ya Îraqê di 2003yan de û herwiha alîkariya Herêma Kurdistanê û Îraqê di şerê dijî terorê de.

Li aliyê din, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, serdana dawî ya Serok Mesûd Barzanî ya Bexdayê, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê, rewşa siyasî ya Îraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.