Zafer Açar: Divê li hemû zanîngehên Bakurê Kurdistanê beşên Kurdî vebin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê Dr. Zafer Açar got, “Divê li hemû zanîngehên herêmê (Bakurê Kurdistanê) beşên Kurdî hebin.”

Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê Dr. Zafer Açar bû mêhvanê bernameya Nûrojê ya Rûdawê û bal kişand ser mijarên girîng.

Dr. Zafer Açar destnîşan kir ku gelek derçûyên Zanîngeha Çewlîgê yên master û doktorayê çêbûne lê hinek ji wan hatine tayînkirin û yên mayî di sektora taybet de dixebitin.

“Kesên ku qet bi Kurdî nizanin jî tên”

Zafer Açar diyar kir ku beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê di bin banê “Ziman û Edebiyata Rojhilat” de hatiye vekirin û av agahî dan:

"Li Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê waneyên wekî ziman û wêjeya Kurdî, çapemenî û lêkolîn tên xwendin.

Her wiha waneyên bi zaraveyên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmanciya Jêr (Soranî) jî hene.

Kesên ku qet bi zimanê Kurdî nizanin jî tên beşa Kurdî".

Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê eşkere kir ku ji sala 2018an ve 125-130 xwendekarên lîsansê  der çûne.

“Heq e e li hemû zanîngehên beşên Kurdî hebin”

Dr. Zafer Açar diyar kir ku divê li hemû zanîngehên bakurê welêt beşên Kurdî hebin û li pey çû:

“Xelk, saziyên Kurdî û akademîsyen dixwazin hejmara xwendekarên Kurdî bê zêdekirin û heq e li hemû zanîngehên herêmê (Bakurê Kurdistanê) beşên Kurdî hebin.”