Riha - Endamê Şaredariya Bêrecûkê ji AK Partiyê îstifa kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Bêrecûk Abdulkadîr Kurt AK Partî DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclîsa Şaredariya Bêrecûkê yê AK Partiyê Abdulkadîr Kurt jî wekî bertek li dijî çûna Begît a nav AK Partiyê ji partiya îstifa kir.

Herwiha Kurt got, “Ez li gel wan kesên ku îradeya gel tine dihesibînin di bin yek banî de cih nagirim.”

Serokê Şaredariya navçeya Bêrecûkê ya Rihayê Mehmet Begît  di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara îsal de bi rêjeya ji sedî 54ê dengan ji DEM Partiyê hat hilbijartin û bû serokê Şaredariyê.

Lê derdora mehekê piştî hilbijartinan ji DEM Partiyê îstifa kir û 14ê Tebaxê 2024an derbasî AK Partiyê bû.

Çûna Mehmet Begît a nav AK Partiyê li navxweyê wê partiyê bû sedema bertekan.

Endamê Meclîsa Şaredariya Bêrecûkê yê AK Partiyê Abdulkadîr Kurt îro  bi daxuyaniyekê ragihand ku wî wekî bertek li hemberî îstifakirina Serokê Şaredariya Bêrecûkê, ji AK Partiyê îstifa kiriye û dê ji niha û pêve wek serbixwe wî erkî bike.

“Îradeya 22 hezar kesan xesp kir”

Kurt bi bîr xist ku DEM Partiyê şaredariya Bêrecûkê bi ferqa 11 hezar dengan bi des txistiye û got:

“Encamên sindoqan çi bin bila ew bin em naçar in rêzê lê bigirin. Ti kes nikare vî mafî xesp bike.

Mehmet Begît piştî hilbijartinan derdora 20 rojan îradeya 22 hezar kesan xesp kir û ji DEM Partiyê îstîfa kir.

Ev şexs li ser nirxên niştîmanî yên welatên me lîstikên ne rast çêdike û xeyalên ranta qirêj dike. Lê ev xeyal dê bê encam bimînin.”

“Ez bi kesên ku siyaseta alê dikin re di bin banekî de cih nagirim”

Abdulkadîr Kurt ameje bi wê yekê da ku AK Partî di van demên dawî de bi wergirtina kesên wekî Mehmet Begît zêdetir dengan ji dest dide û got:

“Li şûna em ji xeletiyan dersan wergirin, em li ser xeletiyan berdewam dikin.

Ji ber vê yekê ez dê li gel wan kesên ku siyaseta alê dikin û îradeya gel tinedihesibînin di bin yek banî de cih nagirin.

Ji ber wê ez ji endamtiya şaredariyê ya AK Partiyê ku di rêza duyem de hatibûm hilbijartin îstîfa dikim û ez dê ji niha û pê ve wekî serbixwe berdewam bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst