Li hemû navçeyên Mêrdînê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê û hemû navçeyên wê 3 rojan hemû cûre çalakî hatin qedexekirin.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin.

Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 15ê Tebaxê heta 18ê Tebaxa 2024an  demjimêr 15:00an, 3  rojan li Mêrdîn û navçeyên wê  hemû cûre çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, grev, vedana kon û standan û çalakiyên wiha hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca “prensîbên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirîkirina bûyerên civakî û terorê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.”

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr ji bo wan tê dayîn.