Li Rihayê 4 ciwan hatin desteserkirin, hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 4 ciwan bi hinceta “propagandeya PKKyê” hatin desteserkirin.

Polîsan îro berê sibehê li Serê Kaniyê bi ser hinek malan de girt û deriyên malan şikandin.

Di biserdegirtinên malan de ciwanên bi navê Huseyîn Kîlîvan, Suleyman Kahraman, Abdullah Rabînduz û Muhammed Bekîroglu bi hinceta “propagandeya PKKyê” hatin desteserkirin.

Her 4 ciwanên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Serê Kaniyê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.