HESEKÊ - Eşîra Cibûran û hêzeke çekdar şer kir: Birîndar hene

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke Eşîra Cibûr Hêzên Parastina Niştimanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê û eşîra Cibûran de şer derket.

Li gorî zanyariyên, di encama şerê Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê û eşîra Cibûran de birîndar hene.

Eşîra Cibûran bi armanca girtina fermandarê grûpa bi navê Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê Ebdulqadir Hemo xwepêşandanek kir.

Berî niha hatibû ragihandin ku Ebdulqadir Hemo ji Hesekê derketiye lê nivîsîngeha ragihandinê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku Hêzên Parastina Niştimanî red dike ku fermandarê wan ji Hesekê derketibe.

Hêzên Parastina Niştimanî herwiha ragihand ku Ebdulqadir Hemo ji erkê xwe jî nehatiye dûrxistin.

Sedema wê aloziyê jî ew e ku Ebdulqadir Hemo, li Çargoşeya Ewlehiyê ya Hesekê, bi tundî li Şêx Ebdul Ezîz El-Mislit ê şêxê êşîra Cibûran daye û kesekî ji wê eşîrê jî bi destên çekdarên wî hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst